• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Bedela her bûyera ku li heremê diqewime em kurd didin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên Cizîrî yên ku ji ber pevçûnên ku li navçê diqewimin û ji ber zext û zoradarîyên PKKê  ji naçarî koçî Entabê kirine destnîşan kirin PKK wan çalên ku li taxan vekirine bi zora çekan û bi zextan hewil dide bi xelkê bide qebûlkirin.

B.Syê ku eslê xwe Cizîrî ye û di derbarê bûyer û pevçûnên ku li heremê pêk tên de ji ÎLKHAyê re axivî û got “ Bê hizûrî û aramîyên heremê zirarê da me xelkê kurd.”

B.S.yê ku digel malbata xwe ji Cizîrê ji naçarî koçî Entabê kiriye destnîşan kir PKK bi zora çekan û bi bombeyên ku di devê derîyan de bi cî kiriye zextan xelkê navçê dike da ku vê yekê xelk wê qebûl neke.

B.S.yê ku ji navçê koçî Entabê kiriye di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Em mecbûr man ku Cizîrê  terk bikin.Piştî vê koçê me rewşa kesên Sûrî yên ku ji welatên xwe ji ber şe,r koç kirine çêtir fêm dikin.

“Kesên ku mecbûr dimînin koç bikin him ji dewletê him jî ji PKKê gilîdar in”

B.S. axavtina xwe  wiha domand: “Herî dawî li Cizîrê ji mamosteyan re banga terikandina navçê hatkirin. Piştî banga ku hat kirin, derketina derve hat qedexekirin û pevçûn li navçê dijwar bûn.Di pevçûnan de him ceyran him jî av qut bûn. Kesên ku mecbûr man navçê biterikînin him  ji dewletê him jî ji PKKê gilîdar in.Lewra xelkê navçê ji her du terefan jî muzdarîb in. Ji ber vê yekê ji navçê koç dikin. Lewra li navçê gelek zehmetî hene.Ez nizanim ji kîjanê dest pê bikim”.

 “Me tu tişt ji wê pêvajoya çareserîyê ya ku bû bela serê me  fêm nekir”

B.S. di  berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li navçê pirsgirêka av û ceyranê heye û her wiha ew çal û korten ku li navçê tên kolan ji teref tu kesî ve nayên qebûlkirin û wiha pêde çû: “Me tu tişt ji wê pêvajoya çareserîyê ya ku bû bela serê me  fêm nekir. Gelo her du teref berî niha di nav xwe de ji bona çareserîyê li hev kirin an jî ji bona rijandina xwîna vê xelkê li hev kirin?Her du teref li ser kîjan mijarî li hev kirin me jî fêm nekir. Em xelkê heremê tenê zirarê ji her du terefan dibînin.Em di naveyna du agiran de mane.”

 “Dewlet dikaribû ji van bombeyên ku hatine nava bajêran re bibe asteng”

“Di pêvajoya çareserîyê de heta du salan tu pirsgirêk tunebû.Lê belê pişt re pêvajo kete  halekî wiha ku nexasim li Cizîrê rêxistinên mîna  YDG-H li taxan xweserîyê îlan kirin.Dewlet him ji wan  him jî ji îlankirina xweserîyan agahdar bû.Dewlet dikaribû di wê demê mudaxeleyî wan bike.Ew çalên ku hatine vedan ne nû ne.Dewlet dikaribû pêşîya vedana van çal û kortan jî bigire.Her wiha dewlet dikaribû ji bombeyan re jî bibe asteng.Lê belê dewlet  tu tiştî nekir ku ev yek jî şibheyan dixe serê me. Gelo her du teref jî yek in? Ji derve ve xuya dike ku her du teref jî bûne yek da ku xwîna vê xelkê birjînin. Semîmîyeta her du terefan jî ji xwînên ku dirije diyar dibe.”

“Ji bûyerên ku li heremê pêk tên xelkê kurd bêhizûr dibe”

B.S. di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bedela bûyeran, xelkê kurd dide û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divîyabû dewlet alîkarîya kesên ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de mexdûr bûbûn bikira. Lê belê dewlet wezîfeya xwe bi cî ne anî. Dewlet ji kuştinên kesên ku ji kesên feqîr re alîkarî dikirin re çavên xwe miç kir û dîsa bedela vê yekê me kurdan da. Li Cizîrê jî gelek kurdên misliman hat xwestin werin îmhakirin.Lê belê mirin çênebûn.Lê belê li Diyarbekirê ew birayên me hatin şehîdkirin. Sebeba vê yekê her du teref in.”

B.S. di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ew wan kesên ku wan xistine vî halî haweleyî Xwedê dikin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir