Li Qoserê 6 PKKyî hatin girtin
Li Qosera Mêrdînê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 6 PKKyiyên ku hatibûn binçavkirin û wan sewqê dadgehê kiribûn hatin girtin.
![Li Qoserê 6 PKKyî hatin girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/82tMLhOABCM--h1FtV-jApcaBEA=/660x400/dogruhaber.com.tr/image/foto/2015/12/31/Li-Qoser-6-PKKy-hatin-girtin-1140.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku li Qoserê li endamên PKKê operasyon hat lidar xistin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 6 PKKyî bi çekên xwe ve hatine binçavkirin. Dûvre hat diyar kirin ke ev 6 PKKyî di encama biryarê de hatin girtin.
Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xeynî 6 PKKyiyan 6 keleş, 30 jarjorên keleşê yên dagirtî, 6 êlekên êrişî û gelek berik hatine bidestxistin. (ÎLKHA)
![](http://www.ku.ilkha.com/files/gallery/big/fe71eff00d01479bef49.jpg)