• DOLAR 32.697
  • EURO 35.484
  • ALTIN 2492.548
  • ...
HUDA PAR li Amedê malbatên bi hisûmet li hev anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nabeyna 2 malbatên bi navê Akboga û Okçuyê yên ki li navçeya Lîceya Amedê dijîn de pevçûn derketibû. Di pevçûnê de kesek miribû yek jî birîndar bûbû. Ji ber vê yekê HUDA PAR ji bo ku van her du malbatên kîndar  li hev bîne bername li dar xist. Di vê bernamê de HUDA PAR her du malbatan li hev anî.

 Bernameya aşîtîyê ya ku ji teref HUDA PARê ve hat lidarxistin bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir. Di bernamê de her du malbat di bin Qurana Pîroz de derbas bûn. Malbat, piştî derbasbûna bin Qurana Pîroz hev hembêz kirin û li hev hatin.

Ji malbata Okçuyê Mehmet Emîn Solmaz diyar kir ku HUDA PAR bûye wesîla vê yekê. Ji ber vê yekê Solmaz ji HUDA PARê re sipasgozarî kir.

Di derbarê aşîtî û biratîyê de ji alimên herêmê Mela Abdulquddus Yalçin diyar kir ku di aşitîyê de hertim qezenc  û di dijmintîyê de jî hertim zirar heye.

Yalçin wehameta kuştina însan bi mînakan eşkere kir dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ders û êbretan ji me re  mînaka Habîl û Kabîl pir girîng e. Ew  zarokên Hz Adem in. Lê Kabîl li alîyê aştî û hizûrê nesekinî. Rêya neqencîyê hilbijart. Heta ku dinya ava bibe dê ji Kabîl re le’net were xwendin. Dema ku mirin an jî kuştinek nebaş çêbe Kabîl dê hertim were bibîranîn. Guneha ku hatîye kirin dê jê re jî wek guneh were nivîsîn. Ji bo me qisseya Hz Yusûf jî gelek girîng û rind e. Birayên wî lê zilm kirin û wî wek kole firotin. Çendik û çend salan wî ji bavê wî qetandin. Digel van hemû tiştan Hz Yusûf dibêje ‘Piştî ku hûn bi gunehên xwe hesiyan û we tobe kir min jî we efû kir. Mimkûn e ku em mînakên wek van di dewra Pêxemberê Îslamê de jî bibînin. Beriya Fetha Mekkê mişrîkan pir zilm li Pêxember (rxl) kirin. Wî ji welatê wî derxistin. Gelek sehabiyên wî şehîd kirin. Lê Pêxemberê Îslamê (rxl) piştî Fetha Mekkê wan bexşand. Heke em jî wan hertim ji xwe re bikin nimûne û kesên sûcdar bibexşînin Xwedê Teala dê înşaellah me jî bibexşîne.”

Serokê Alîkariyê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz jî axavtinek kurt kir û diyar kir ku belengazî, cehalet û îxtîlaf civakê paş ve dihêle. Yilmaz dûvre wiha pê de çû: “Di îxtîlafan de zirar, silh û aştîyê de bereket û sûd heye.”

Yilmaz diyar kir ku di nabeyna kurdan de pirsgirêka herî girîn îxtîlaf e. Ji ber vê yekê wek milet  ji bo ku civak bi pêş ve biçe pêwîst e ku bi belengazî, nezanî û îxtîlafan re tekoşîn were kirin. Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di îxtîlafan de zirar heye. Di silh û aşitiyê de bereket û sûd heye. Ji ber ku em misliman in Xwedê Teala me di dîn de wek bira hesibandiye. Ji ber vê yekê pêwîst e ku em bi hev re di nav aşitî û silhê de bijîn. Dema ku em ji hev dixeyîdin lazim e ku ev xeyd ji bu rizayê Xwedê Teala bibe. Heke em berjewendê xwe yên şexsî bidin rexek ev dê ji bo me hemûyan çêtir bibe. Ji bo sûda civakê pêwîst e ku ev silh û aşitî bidome.”

 Ji malbata Okçu Mehmet Emîn Solmaz ji bo ku HUDA PAR ji destê wan girtiye û wan ji vê kîndariyê xelas kiriye ji HUDA PARê re teşekûr kir. Dûvre Solmaz wiha pêde çû: “Di vê bûyerê de 2 ciwanên me, me xemgîn kirin û me êşandin. Yek ji wan jiyana xwe ji dest da yek ji wan jî birîndar bû. Her du jî birayê hev in. Bila bê zanîn ku ev bûyer bi şiklekî qeza çêbûye.”

Ji malbata Akbogayê Muhammed Akboga jî destnîşan kir ku 2 sal e ku ev kîndarî di naveyna malbatan de didome. Ev kîndarî bi wesîla HUDA PARê hel bû. Ji ber vê yekê Akboga ji HUDA PARê re teşekûr kir.

Piştî axavtinê malbatan, her du malbet jî hev hembêz kirin..(ÎLKHA)

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir