• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
 Li gelemperê welêt hişyariya berfê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrtiya Giştî ya Meteororlojiyê di derbarê rewşa hewayê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin gor texmînên herî dawî ; di bakûra welêt, gelemperê navîn û rojhilatê dê hewraw û pir ewrayî bibe. Her wiha tê texmînkirin ku hawîrdora Marmara, Behrareş, Anatoliya Navîn, Rojhilat û Rojhilata Başûrê û Kutahya, Afyonkarahîsar û Kahramanmaraşê dê şilîdar bibe. Şilî; derdorên  rojavaya Anatola Navîn, Kutahya û Afyonê dê bi şiklekî sivik, li bakûra Marmarayê û keviya Behrareş cî cî şilope, rojava û başûra Rojhilata Başûr a Anatolê jî dê wek baran bibe.

Her wiha tê texmînkirin ku dê li Marmara, Anatoliya Navîn, Behrareş û Rojhilata Anatolê  di derdora sibe û êvarê de der der sir û seqem hebe. Tê texmînkirin ku oplgermiya hewayê dê di derdora bakûr û rojhilat de nêzê 4-12 derece bikeve. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir