Li Stenbolê 3 PKKyî hatin binçavkirin
Li Esenyurt û Sultangazîya navçeyên Stenbolê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin, di operasyonan de 3 PKKyî hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûrtîya Şaxê Mucadeleya bi Terorê yên Midûrtîya Ewlehîyê ya Stenbolê li Esenyurt û Sultangazîya navçeyên Stenbolê li dijî PKKê operasyon li dar xistin.
Di operasyonên ku di heman demê hatin kirin de li Esenyurtê 2 kes û li Sultangazîyê jî kesek hat binçavkirin.
Hat diyarkirin kesên ku hatine binçavkirin ji ber ku bi molotofan êrîşî wesayît û avahîyên dewletê û li kargehan kirine hatine binçavkirin. (ÎLKHA)