• DOLAR 34.282
  • EURO 37.637
  • ALTIN 2919.898
  • ...
Sendîqa û şaredariyên HDPyî xelk mexdûr dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Biryara grevê yên DÎSK, KESK û TMMOBê, asêkirina dereban yê ji teref PKKê ve û her wiha piştgiriya HDP/DBPê yê ji van sendîqa û PKKê re gel pir mexdûr kir. Ji ber ku tixtorên endamê van sendîqeyan nexebitîn di gelek nexweşxaneyan de bes serwîsa acîlê vekirî bû. Ev yek bû sedema mexdûrbûna gel. Şaredariyên DBPyî wesayîtan neda xebitandin û qirş û qal nehatin berhev kirin. Rojek beriya greve alîgirên PKKyî ji bo ku esnaf dikanên xwe venekin wan tehdît kirin. Doh jî esnafan ji bo ku dikanên xwe venekin tehdît kirin.

Her wiha alîgirên PKKê ajovanên serwîsê dibistanan tehdît kirin da ku serwîsan nexebitînin. Ev yek jî bû sedema nexebitandina serwîsan. Ji ber vê yekê di dibistanan de perwerdehî nehat dayîn.

Ji ber ku wesayîtên şaredariyên HDPyî nexebitîn di serî de Amed di gelek bajêr û navçeyan de gel mexdûr bû. Bi taybet kesên ku xwestin biçin derên wek Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê, TOKÎ û  derên ku wiha dûrin texsî girtin. Ji ber ku qirş û qal nehat berhev kirin di gelek kûçe û kolanan de qirş man erdê. Ev yek jî him tenduristiya gel tehdît kir him jî bû sedema dîmenên xerab.

Kerem B’yê ku dixwest biçe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê lê ji ber ku wesayît tunebû wiha bertek nîşan da: “Ez dê biçim nexweşxanê. Lê ez hîn bûm ku otobisên şaredariyê naxebitin. Wesayîtek din yê ku biçe nexweşxaneyê tune. Ez nizanim da çi bikim. Mafê şaredariyê tune ku wiha bike. Bi van çalakan  xelkê kurd tê ceza kirin.”

Ji mexdûran Ferît Kayayê Çinarî jî mexdûrtiya xwe wiha anî zimên: “Em ji Taxa Kanipankê tên vir. Dera ku em tên, ji vir 50 KM dûr e. Em hatin Nexweşxaneya Dewletê yê Çinarê. Tixtoran biryara grevê dane û destnîşan kirine ku xeynî serwîsa acîlê tu serwîs nexebite. Min 2 zarokê xwe yên nexweş anî nexweşxanê. Bes tixtorên acîlê li vir in. Biryara grevê ya ji bo van saziyan bes gel mexdûr dike. Ev biryar ne rastin. Lewre gel mexdûr dibe.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir