• DOLAR 34.279
  • EURO 37.65
  • ALTIN 2918.339
  • ...
Yapicioglu: Xwerêvebirin ji alîyê metodê ve ne rast e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê beşdarî bernameya televîzyoneke taybet bû û rojevê nirxand.

Yapicioglu di derbarê daxuyanîyên xwerêbirin û xweserîyê yên ku ji teref HDP/DTKê ve hatine kirin nirxand û destnîşan kir ji alîyê metodê ve ne tişekê rast e.

Yapicioglu di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li serê sikakan danîna barîkatan û vedana çal û kortan û di ser de jî gotina dewlet êdî nikare têkeve van dêran û ew ê xelk xwe birêve bibe nerastîbin e. Heger  HDP an jî kesên ku xweserîyê îlan kirine bibêjin ‘Em dixwazin vê yekê bi rêya siyasete nîqaş bikin, bila temamê civatê vê yekê nîqaş bike.Di netîcê de bila xelk qerare bide’ ev gotin tiştekî fêmbar e  ango ev tiştekî ku tê fêmkirine. Lê belê gotinên ‘Min xweserîyê  îlan kir, ji vê pê ve tu memurên dewletê nikarin têkeve van dêran , polês nikare têkeve vê derê…’  bûyeran anî vê astê.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan ki li cihên ku pevçûn û şer lê diqewimin xelk koç dike û gelek kes jî  jiyana xwe ji dest daye.

 “Em hewl didin da ku berpirsîyara ku li ser milên me ye bi cî binîn”

Yapicioglu ji pirsa ‘Gelo rageşîya HUDA PAR û HDPê tê xwestin’ jê hat kirin re wiha bersiv da: “Dibe ku hinek kes êdi di vî warî de hewl bidin. Lê belê em nizanin ka di pişta wan derîyên girtî de  û li dorhêla tarîtîyê de çi tişt tên plankirin.Lê belê ji bona ku xelkê vê heremê bi hevdû re rû bi rû nemîne û ji bona ku partîyên siyasî ji hevdû re wek dijmin xuya nebin divê hemû kes bi dîqet be. Em hewl didin da ku berpirsîyara ku li ser milên me ye bi cî binîn. Em hêvî dikin û dixwazin hemû kes bi dîqet be û berpirsîyarîya ku li ser wan dikeve bi cî bînin.”

Yapicioglu di derbarê ziyareta Rûsyayê ya ku ji teref Selahaddîn Demîrtaş ve hat kirin de jî wiha ragihand: “ Heke însenek karekî ku li dijî welat û însanê xwe be here bike ev tişt ne yê efû kirinê  ye. Lê belê di destên me de ji bona gotina vî tiştî tu delîl tune ye.Gelek tişt tên gotin.Lê belê heta ku ji teref wan ve di derbarê aramca vê ziyaretê de daxuyanîyek neyê dayîn mirov nikare tiştekî bibêje.Heke daxuyanîyek were dayîn wê demê dibe ku mirov di derbarê mijarê de şirovekê bike.”(ÎLKHA)

 

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir