Xelkê Farqînê guh neda bangewazîya girtina kepengan
HDP duh bangewazîya girtina kontak û kepengan kiribû ku li giştê Farqînê xelk guh neda bangewazîyê û jiyana xwe rojane domand.
HDP bi hinceta protestokirina qedexeyên derketina derve yên Sûr,Cizîr û Silopîyê duh bangewazîya girtina kepeng û kontakan kiribû ku xelkê navçeya Farqîna Amedê guh neda vê bangewazîyê.Gelek dikandarên navçê dikanên xwe vekirin û xelk jî jiyana xwe rojane domandin.
Li navçê hat dîtin fealîyetên perwerdehîyê bi şiklekê normal berdewam dikin.Lê belê navçê ji ber ku wesayîtên çopê yên şaredarîyê wezîfeyên xwe nakin li navçê lod û komên çopan dîqetan dikşînin li ser xwe.(ÎLKHA)