Li Cizîr, Silopî û Sûrê tevde 214 PKKyî hatin kuştin
Di pevçûnên ku li Cizîr,Silopî û Sûrê derketin de tevde 214 PKKyî hatin kuştin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Sererkantîya Giştî ve hatîye daxuyandin di pevçûnên ku li navçeyên Silopî û Cizîra Şernexê û di pevçûnên ku li Sûra Amedê derketin de tevde 214 PKKyî hatine kuştin.Her wiha di daxuyanîyê de hat diyarkirin zarokekî 5 salî jî bi berika PKKyîyan jiyana xwe ji dest daye.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin li Cizîr, Silopî û Sûrê tevde 3 keleşkof, 2 bombe, 2 carcûr, 9 qotî fîşekên nêçîrê û dûrbîneke çekan hatine bidestxistin, 18 teqemenî û 7 barîkat jî hatine îmhakirin.(ÎLKHA)