Li Şernexê êrîşa çekdarî li çawîşê pîspor hat kirin
Çawîşê pîspor ê ku hazirîya çûyîna memleketa xwe dikir li ser Cadeya Ormana Taxa Dîcleya Şernexê rastî êrîşa çekdarî hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer di derdora 11.30an de li Taxa Dîcleya ku çal lê hatin vedan û barîkat lê hatine înşakirin pêk hat. Çawîşê pîspor di êrîşê de giran birîndar bû.
Esnafê derdorê çawîşê pîspor ê ku li erdê dirêj bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şernexê.Hat hînbûn rewşa çawîşê pîspor nebaş e.(ÎLKHA)