• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Sûrê bilançoya 28 rojan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bilançoya pevçûnên ku li Sûra Amedê berdewam dikin her roja ku derbas dibe girantir dibe. Di dema qedexeya derketina derve de li gor agahîyên ku hatine bidestxistin heta niha 64 PKKyî , 2 esker û  2 polîs mirin, 11 esker û 32 polês jî birîndar bûn.

Hema hema li temamê taxên navçê jiyan gihaştîye asta sekinînê.Li  6 taxên navçê derketina derve qedexe ye.Hemelatîyên ku li taxên ku lê qedexe tune ye  dimînin jî ji ber pevçûnan tesîrdar dibin. Kesên ku derdikevin derve ji xalên kontrole derbas dibin. Her wiha jixwe li taxên ku lê qedexe heye jî tu kes nikare derkeve derve.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ji 23 hezar kesên ku li 5 taxên ku lê qedexe heye dijîn 20 hezar kes koç kirine.Malbatên ku mane jî dixwazin ji taxê derkevin.Lê belê ji ber pevçûnan nikarin derkevin.

Li navçê digel esker û polêsan hê jî operasyon berdewam dikin. Ji navçê bê navbir dengê teqînên dijwar pêk tên.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir