Di bûyerê ku li Mêrsînê qewimî de kesek mir
Li navçeya Akdenîzê ya navenda Mêrsînê bûyer qewimîn, di bûyeran de kesê ku çek lê hat xistin jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Gundogduyê ya girêdayê navçeya Akdenîza Mêrsînê alîgirên PKKê xwestin ku rê asê bikin. Piştî ku polêsan midaxale kirin bûyer qewimîn. Di dema bûyeran de berika ku hêj jî ne diyar e ji teref kî ve hatiye avêtin îsabetê Sedat Baran kir. Sedat Baran di ciyê bûyerê de jiyana xwe ji dest da.
Termê Sedat Baran rakirin mirîxaneyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê. Xizmên Sedat Baran ên ku hatin ciyê bûyerê êrîşî wesayîta polêsan kirin. Her wiha zirar dan camên nexweşxanê û ambulansê. Ji ber vê yekê polês gaza îsotê li ser êrîşkeran reşand. Piştî vê yekê koma ku civîyabû belav bû.
Ji bo otopsiyê termê Sedat Baran şandin saziya tîpê adlî yê Edenê. (ÎLKHA)