• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Vahdet-Der ji bona îmtîhana sîyerê stand vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vahdet-Dera ku li Adiyamanê bi xebatên xêrê yên ku dike navê xwe dide sehkirin ji bona Îmtîhana Sîyera Mewlûda Pîroz a ku ew ê îsal 5emîn car bê kirin stand vekir.

Di daxuyanîya ku ji teref Vahdet-Derê ve di derbarê mijarê de hatîye dayîn de hat diyarkirin ji bona îmtîhanê stand wê bê vekirin û wiha pêde hat çûyîn: “Hemd ji Xwedê Teala ku em îsal jî gihaştine wextê îmtîhana sîyerê .Divê ez vê yekê diyar bikim ku hemû kesên ku têdikevin îmtîhanê qezanc kirine.Lewra ew ê heyata pêxemberî hîn bibin û ew ê heyata xwe li gor heyata wî bidirûvenin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin kesên ku dixwazin li Adiyamanê têkevin îmtîhana sîyerê dikarin ji ser van nimreyan bi wan re têkevin têkilîyê:

Vahdet-Der : 0541 382 97 96 / 0543 434 22 84)

Standa Qeydê: 0507 850 99 98(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir