• DOLAR 32.483
  • EURO 34.843
  • ALTIN 2448.185
  • ...
Li pey dêra ku li Rihayê hat vekirin PKK derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 PKKyê ku di van rojên dawî de ji ber pevçûnên ku derdikevin gelek camîyan dişewitîne di heman demê de ji bona xelkê heremê bibe xiristîyan piştgirîyê dide misyoneran.PKKyê ku xebatên xwe li ser dijmintîya îslamê didomîne xortên ku ji îslamê dûr dike diavêje hembêza misyoneran.

Rûyê rast a PKKyê ku li Rihayê bi derdorên cuda tevdigere bi dêra ku li Rihayê hat vekirin derkete holê. Pastor Eyyup Badem û Sabrî Firatê ku pêşîvantîya vekirina dêrê dikin derket holê ku bi HDP û bi PKKê re têkildar in ku di dîmenên ku di vekirina dêrê hatine kişandin de  aşkere dibe ku ji xeynî têkilîya dêrê gelek îrtîbat û têkilîyên din di navbera wan de hene.

Nexasim di van salên dawî de piştî ku şaredarîyên heremê têketin destên HDP û DBPê, aktîvîst û rojnamegerên biyanî bênavbir li heremê hatin dîtin û li heremê gelek cih piştî restorasyonê wek dêr hatin vekirin, navê ermenîyan li gelek cade û sikakan hat dayîn ku ev tişt balên mirovan dikşîne li ser xwe.

Tê dîtin ku xebatên kesên misyoner nexasim li cihên ku kesên penaber lê hatine bicihkirin û exlebe kurd lê dijîn tên kirin. Kesên misyoner hewl didin di bin lîbasa alîkarîyê de kesên Sûriyeyî bixin xiristîyan.

Her weke ku tê zanîn alema îslamê bi pirsgirêk û êşên ku ji teref rojava ve hatine derxsitin rû bi rû ye û alema îslamê bûye mîna giloka agir. Ji rexê din ve jî misyoner û hevkarên wan ên heremê di her firseda ku bidestdixin de hewl didin û li heremê dêran divekin.Herî dawî li Rihaya ku bajêra Pêxemberan e hinek kesên ku firinekê kevin piştî ku restore kirin re wek dêrê vekirin û vê yekê bi daxuyanîyeke aşkere kirin.Vekirina vê dêra ku tu destûr jê re nehatîye dayîn bû sedema bertekan û xelkê Rihayê ji rewşê re bertek nîşan dan.

Sabrî Firatê ku ji vekirina dêrê re pêşivantîyê kir hat hînbûn di xebatên hilbijartinê yên HDPê de bi şiklekî çalak cî girtiye, li ser gorên PKKyîyan fotograf girtîye. Her wiha kesê ku bi navê Eyyup Bademê ku ji dêrê re pastortîyê dike xwedîyê paşarojekî ne paqij e ku ev her du kes jî balan dikşînin li ser xwe.

Vekirina dêrê bi duaya ku ji teref Sabrî Firatê HDPyî ve hat xwendin hat vekirin. Serokê Kevin ê Komeleya Piştevanî û Alîkarîya Alevîyan Kemal Atarê ku xwe li ser malpera civakî wek alevî-kizibaş dide naskirin, ji rêvebirên komelêya Oze Donuşa Rihayê  yê ku xwe di nava xelkê de wek komeleya îslamî dide naskirin Mehmet Pala tevlî merasîma vekirina dêrê bûn.Di demekê ku ji teref PKKyîyan ve camî tên şewitandin de kom bûna kesên ku ji  hevdû cûda xuya dikin û piştgirî dayîna van kesan ji vekirina dêrê re her çiqas ji cudahîyan re wek tahammul û xweşbinî were lansekirin jî tê texmînkirin ku di pişta perdê de  tekilî û tiştên cuda hene.

Eyyub Badem sala borî ji bona daxwaza Goristana Musawîyan muracatî Şaredarîya Rihayê kiribû.Badem her wiha berî niha Arîkarê Walîyê Rihayê Kaan Peker jî  ziyaret kiribû û jê re gotibû ku ew bi xwe xiristîyan e.Dîsa heman Eyyub Bademê ku daxwaza goristana mujewîyan teleb kiribû û destnîşan kiribû ku ew bi xwe xiristîyan e.Derket holê Badem ji bona ku bi hevsera xwe ya ku terka wê kiribû li hev were çûye miftîtîya Rihayê û bûye misliman û dûvre cardin vegerîyaye li ser xiristîyantîyê.Şexsekî bi vî awayî yê ku di demeke kurt de ev qas guhartin xwe lê nîşan didin dibêje ku ‘Me ji bona ku însana ji xirabîyê biparêzin dêr vekir’ ku ev gotin jî balan dikşîne li ser xwe.

Di fotografên ku gihane li ber destê Ajansa Nûçeyan a Îlkê de kesên ku di vekirina dêrê de hatine ba hevdû di rastîyê de jî berî niha çendîn caran hatine ba hevdû û bi hev re  hereket kirine.Hat hînbûn ev kesên ku di vekirina dêrê de hatine bal hev li gor wan kesên rewşenbîr anîne Mekteba Çayhana Hîkmet ku ji vê mektebê re Komeleya Oze Donuşa Rihayê xwedî derdikeve û li vê derê xortan kom kirine û her heftî semîneran dane wan.

Kesên ku fotografan li buroyên HDPê kişandine tê xuyakirin ku ev kes di wextê hilbijartinan de bi şiklekî çalak di nav xebatên hilbijartinê yên HDPê de cihê xwe girtine û bi şiklekî ji dil û samîmî bi parlementerên HDPyî re poz dane. Nexasim fotografên Sabrî û Firat balan dikşîne li ser xwe.

 Dîsa di fotogarafan de tê xuyakirin Badem û Firatê ku berpirsiyarê esil ên dêrê ne li ser gorên ku aîdî PKKyîyan e fotograf kişandine.Dema ku ev hemû tişt tên ba hevdû, tê xuyakirin ku di nava vî karî de destê PKKê heye.

Belkî beyana ku Badem dabû ya ku ji xwe re gotibû ez ateîst im, projeya ku li heremê tê xwestin were birêvebirin aşkere dike.PKKyê ku ji roja hatîye damezrîn heta niha hewl daye xelkê heremê ji îslamê dûr bike û nexwasim di şerê Sûriyê de  kiryarên çewt ên kominan  wek kiryarên îslamê dide nîşandan û xortên îslamê ji îslamê dûr dike.Tê diyarkirin PKK piştî ku xortên kurdan ji îslamê dûr dike re berê wan dide misyonerên nav xwe  û wan bi vî awayî dixapînin.

Gotinên kesekî ku nedixwest navê xwe aşkere bike di derheqê kekê xwe yê ku ji pevçûna DAIŞ û YPG tesîdar bûye de agahîyên balkêş parve kir. Ev şexs di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Kekê min ji drama ku piştî bûyerên Kobanî pêk hat  tesîrdar bû û bênavbir çû HDPê. Di dema çûyîna wî ya HDPê de ew qas tiştên ku jê re dihatin gotin lê tesîr dikirin ku kekê min êdî digot ku kesên ku ji van bûyeran re bûne sedem misliman in. Kekê min berî ku herê HDPê nimêja xwe dikir û dîndar bû. Lê belê piştî vê çûyîn û hatine êdî dev ji nimêjê berda û heta li dijî îslamê tevgerîya.”

Hat hînbûn  her heftî  Komeleya Oze Donuş wan şexsan tînê Mekteba Çayhane Hîkmet û ev şexs bi şiklekî rêk û pêk beşdarî semîneran dibin.Tê dîtin ku Firat di hinek wextan de Îhsan Elîaçikê ku wek Mislimanê Antî-kapîtalîst tê naskirin tîne vê mektebê û semînerên van dêran organîze dikin.

Ji hemû tiştî tiştê girîngtir vekirina dêrekî ku naşibe tu tiştîye ku ev vekirin wek provokatorîyê tê nirxendin. Mehmet Palayê ku ji rêvebirên Komeleya Oze Donuşa Rihayê ye bi kesên ku dêran divekin re di xwarinên malan de pozên samîmî û ji dil dide destnîşan kir ew wek komeleyekî ku ji cudahîyan re qiymet dide li ser daweta ku ji wan re hatîye kirin beşdarî merasîma vekirina dêrê bûye û ew girîngîyê didin vekirina dêrê û bi vê yekê ew bextewar in.

Palayê ku ji hemû kesî re bangewazîya kirina empatîyê dike di derheqê mafên ku îslamê daye kesên ne misliman de wiha axivî: “Em dibêjin ku dînê Îslamê dînê xweşbînîyê ye û em ji vê bawer dikin. Wê demê divê em vê  tetbîq bikin.Li Rihayê her çiqas zêde dêr hebin jî ev dêr vegerandine camî, malên çand û axuran.Veguherîna dêran a bi vî awayî nayê qebûlkirin.Ew qas dêr li Rihayê hene, lê belê cihê firnekî kevin wek dêrê hat vekirin ku ev yek jî min xemgîn kir.”

Bademê ku nedixwest dîmenan bide kamerayan destnîşan kir wan heqê xwe yê qanûnî bikaranîne û vê dêrê vekirine û ew ji walîtîyê tu destûr nestandine û ji vê yekê re jî hewcetî nedîtine.

TSKyê ku sala borî di bin navê ‘Li Welat û Dinyayê Fealîyetên Misyoneran’ de raporek amede kiribû û hişyarîyê dabû hikûmetê ji bona ku pêşîya van misyoneran were girtin di raporê de wiha gotibû: “Nexasim piştî şerê Iraqê dinya cardin dît ku mifteya Asya û Rojhilata Navîn Tirkîyê ye.Ew xebatên ku li ser alevî û kurdan tên kirin jî balkêş in. Kesên misyoner li Anatolîya Rojhilat û Başûrê Rojhilat hejmera şubeyên xwe zêde dikin û dixwazin li rojhilatê Tirkîyê dêr û kilîseyan vebikin.”

Xortên ku  dînê xwe baş nizanin, feqîr in û ji ber sedeminan din di bawerîya xwe de têketina teredudê û xwe di valahîyê de dibînin di hedefa van kesên misyoner de ne.Her wiha kesên ku  ji ber sedemên cûrbecûr têketine rewşên nebaş jî di hedefa van misyoneran de ne. Tê dîtin kesên misyoner an xanîyan dikirin an jî kire dikin û di van deran de wek navendên fealîyetên misyonertîyê bikartînin.(ÎLKHA)

 





































Bu haberler de ilginizi çekebilir