• DOLAR 32.483
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2439.675
  • ...
Xwendavanên Zanîngeha Çukurovayê êrîşa OTDUyê şermezar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşa ku li ODTUyê li xwendevanên ku nimêj dikirin  hat kirin ji teref xwendevanên Zanîngeha Çukurovayê ve bi tekbîran hat protesto kirin.Xwendevanên ku li  ber avahîya Fakulteya Edebîyata  Fenê civîyan êrîşa ku li ODTUyê li xwendevanên ku nimêj dikirin hatîye kirin bi daxuyanîya çapamenîyê şermezar kirin. Di dema daxuyanîya çapemenîyê de ji teref xwendevanan ve dowîz û pankartên mîna ‘Ev rê li gorê xelas nabe, dema ku tu çûyî wê tu bibînî,An ew ê tu bi Îslamê azîz bibe an jî ew ê tu bi înkarê zelîl bibe” hatin vekirin. Xwendevanan di dema xwendina daxuyanîya çapemenîyê de bênavbir tekbîran anîn.

“Xwendevanên ku li ODTUyê nimêj dikin her tim gef li wan tê xwarin”

Li ser  navê koma xwendevanan  Yûsif Îslam Ozger daxuyanîya çapemenîyê xwend.Ozger destnîşan kir ku êrîş li roja Mewlûda pîroz  hatîye kirin û wiha pêde çû: “Ev bû nêzî salekî ku zext û zordarî li xwendavanên ODTUyê yên ku nimêj dikin tên kirin.Ev kesên provokator dema xwendevanên ku nimêj dikin tenê dibînin wan takîp dikin û wan derb dikin, kêran li wan dikşîninin û gefan li wan dixwin.”

Ozger destnîşan kir ji bûyerên ku rû didin rêvebirê zanîngehê jî berpirsîyar e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em bibîr tînin  ku divê êrîş, zext û zordarîyên ku li zanîngehê tên kirin werin cezakirin da ku pêşîya wan were girtin.Em wek ciwanên misliman îlan dikin ku em li cem wan birayên xwe yên ODTUyê ne .Em rektorê ODTUyê û koma êrîşkar şermezar dikin. Em wê koma ku destên qirêj ên ku ji faşîzmê der tê dirêjî seccadeyên me kirine dawetî lêborînê dikin.”(ÎLKHA)

 

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir