PKKyîyê ku hat kuştin qatilê Aytaç Baran derket
Duh 3 PKKyî li Diyarbekirê êrîşî polêsan kiribûn ku piştî êrîşê 3 PKKyî jî hatin kuştin. PKKyîyekî ku duh hat kuştin hat hînbûn qatilê Aytaç Baran e.
Li navenda Yenîşehîra Amedê 3 PKKyîyên ku êrîşên polêsan kirin hatin kuştin ku derket holê ku PKKyîyê bi navê Sezgîn Demîrok qatilê Aytaç Baran e.
Piştî hilbijartinên 7ê hezîranê suîqast li Serokê Yenî-Îhya Derê Aytaç Baran hatibû kirin ku ev suîqast ji teref kamerayan ve hatibûn qeydkirin.Ji qatilên ku di kamerayan de dihatin xuyakirin yek ji wan hatibû girtin qatilên din ê Liceyî Sezgîn Demîrok jî dihat lêgerîn.
Demîrokê ku têkilîya wî bi cinayetê re hebû ji teref polêsan ve hat kuştin.Her du PKKyîyên din ên ku hatine kuştin jî bi navê Şoreş Mutluyê Liceyî û Cuneyt Yenîyê Farqînî ye.(ÎLKHA)