• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
HUDA PAR pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajêrê Diyarbekirê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu,Arîkarê Serokê Bajêr Metîn Turan,Sekreterê Bajêr Ercan Şenol û heyeta bi wan re dikandarên Baglara Amedê û esnafên ku ji ber pevçûnên Sûrê dikanên xwe kişandibûn navçeyên din ziyaret kirin û mexdûrîyetên wan guhdar kirin.

Dikandarên  Amedê di derheqê bûyerên ku derketinê de destnîşan kirin ku ew ji ber van bûyerên ku derketine  hatine asta îflasê û bûyer tesîreke neyînî li wan kiriye.

“Xelk piştgirîyê neda siyaseta xendekan;lewra ew xendek tu feydê nade xelkê”

Serokê Bajêr ê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu di dema ziyaretan de destnîşan kir mexdûrê vê dorhêla pevçûnan tenê xelk e û wiha pêde çû: “ Me berî niha wek partîyê çend caran bang kir da ku pirsgirêk bi rêya gûftegûyê werin çareserkirin.Lê çi heyf me dengê xwe nikaribû bi tu kesî bide hiskirin an jî nexwestin dengê me bibihîzin.Xelk destek neda wê siyaseta xendekan.Lewra tu feydeya xendekan ji bona xelkê tune ye.Gelo tiştekî ku xelk destekê nadîye berdewamkirina wê çiqas rast e, bi vê helwestê dikarin bigihîjin kîjan astê? Tiştekî ku xelk destekê nedîye nikare pêşve biçe û nagihîje armanca xwe.”

 “Divê dewlet jî PKK jî dev ji vê siyasetê biqere û li gor maslahata xelkê tev bigerin”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji bona ku ev pevçûn bi dawî bibin divê hemû kes tiştê ku dikare bike pêk bîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê dewlet jî PKK jî dev ji vê siyasetê biqere û li gor maslahata xelkê tev bigere.Divê PKK dawî li pevçûnên navenda bajêran bîne û hêmanên xwe yên çekdar bikşîne derveyî welêt.Her wiha divê eskeran bikşînin artêşxanêyan û polêsan jî bikşînin qeraqolan.Her wiha divê hikûmet jî di warê meseleya kurd de gavên bi lez bavêje.”

Heyeta HUDA PARê piştî ziyareta dikandaran çû ziyareta Serokê Giştî yê Federasyona Cewahir û Zêrîngeranê Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolîyê  Mustafa Akkul.Di dema ziyaretê de Akkul destnîşan kir ji ber pevçûnan zêrînger û temamên dikandarên heremê bi şiklekî neyînî tesîrdar bûne û mexdûr bûne.

 “Xelkê me hizûr û aramîyê dixwaze”

 Akkul ji nekirina hilberînê gilîdarîyên xwe anî ziman û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em di heyama dawatan de ne. Bûk tên û zêr ji me dixwazin lê belê em nikarin zêr bidin wan.Lewra em nikarin bihilberînin.Digel vê yekê a niha li navçeya Sûrê nêzî 150 zêrînger mexdûr bûne. Pevçûnên wê derê bivê neve tesîrî zêrîngerên navçeyên din jî dike û wan mexdûr dike. Em ji temamê siyasetmedaran dixwazin da ku demildest dawî li van pevçûnan bînin. Êdî xelk aciz bûye û xelk ne xendek û pevçûnan ne alozî û xwînê û nê jî çekan naxwaze.”Xelk hizûrç dixwazê.”(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir