• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Ji HUDA PARê peyama 'Mewlûda Pîroz'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta salvegara wîladeta Hz. Muhammed(r.x.l) ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyanîya ku hat weşandin de hat diyarkirin Hz. Pêxember ji bona temamê însanan re medarê îftîxarê ye.

Di daxuyanîya ku hat weşandin de di derbarê mijarê de wiha har ragihandin: “Ji her wextî zêdetir dîroka însanetîyê ji wî pêxemberê ku ji teref Xwedê Teala ve bi wesfê pêxemberê herî dawî hatîye şandin û jê re ji teref Xwedê ve hatîye gotin ‘Hebîbê Min!’ hewcedar e.

Di berdewama daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat diyarkrin divê neyê jibîrkirin ku teşrîfa  Hz. Muhammed(r.xl) ji bona însanan nîmeta  herî mezin a Xwedê Teala ye û ji bona ku însanên roja me ji vê naçarîyê xelas bibin divê xwe bi exlaq, sunnet û rêbertîya wî bigirin.

Di dawîya daxuyanîya ku hat dayîn de qandîla misliman hat pîrozkirin û di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “ Em hêvî dikin Qandîla Mewlûdê bibe wesîleya hişyarîya alema îslamê û bibe wesîleya biratî, yekîtîyê  û bibe wesîleya mucadeleya hevpar li dijî zilmê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir