• DOLAR 32.468
  • EURO 34.748
  • ALTIN 2435.93
  • ...
Hikûmeta Kurdistanê ji ber minasebeta mewlûda pîroz betlaneya fermî îlan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Sefîn Dîzayî bi daxuyanîyeke fermî ya ku belav kir destnîşan kir ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed(r.x.l)  roja çarşemê ango 23ê cotmehê  ji bona temamên  hemwelatîyên Kurdistanê  betlaneya resmî hatîye îlankirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de her wiha hat diyarkirin ji ber minasebeta ji dayikbûna Hz. Îsa jî 24ê cotmehê roja pênçşemê jî tatîl hatîye îlankirin.

Her weke tê zanîn ji xeynî çend dewletan li giştê dewletên mislimanan rojên înê betlane ye û bi heman awayî roja înê li Herema Kurdistanê jî betlane ye. Ji ber vê yekê bi vî awayî li Herema Kurdistanê 3 roj dibe betlaneya fermî.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir