Li Kerboranê 10 PKKyî hatin kuştin
Li Kerborana Mêrdînê di 11ê berfanbar 2015an de qedexeya derketina derve hatibû îlan kirin. Piştî qedexeya derketina derve şer derket. Hat ragihandin ku di encama şerê de 10 PKKyî hatin kuştin.
Li Kerborana Mêrdînê qedexeya ku di 11ê berfanbarê de hatibû îlan kirin hêj jî didome. Piştî qedexeyê ji teref poilês û leşkeran ve operasyonên hevpar hat lidar xistin. Di dawiya operasyonê de heta niha 10 PKKyî hatin kuştin.
Bi teybet PKKyî li taxa Safayê bombe bicî kirin e. Hat ragihandin ku geh geh teqîn çêbûne. Di encama teqînan de gelek mal û dikan xisar dîtin.
Hat ragihandin ku gelek malbat ji ber şerên ku didome mal û warên xwe terk kirine. Nişteciyên ku nikarin ji navçeyê derkevin di nav malên de mexdûr bûne. Qeymeqamtiya navçeyê ji bo gelê li nav navçeyê mane mexdûr nebin nan, av bêzê zarokan û erzaq li gel balav dike.