"Kesên Camî şewitandine divê lêborîna xwe ji xelkê kurd bixwaz in"
Derbarê Camîya Kûrşûnîyê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê hat şewtandin de 72 sazîyên civaka sivîl yên Îslamî daxuyanîya çepemenîyê li dar xistin. Di daxuyanîyê de gazî li kesên camî şewitandine hat kirin ku divê lazim e ji xelkê kurd lêborînê bixwazin.
Li dijî şewtandina Camîya Fatîh Paşayê (Kurşunlu) ya li Sûra navçeya Amedê bertek bilind dibin. 72 sazîyên civakên sivîl ên Îslamî bi daxuyanîyeke çepemenîyê bertek nîşan dan. Di daxuyanîya çepemenîyê de kesên Camî û mekanên pîroz ên dîrokî dişewitînin û kesên piştgirîya wan dikin hatin şermezarkirin.
Li ser navê 72 STKyên li Amedê fealîyetan dike, daxuyanîya çepemenîyê ji teref serokê MEMÛR-SENê Yûnûs Memîş ve hat xwendin. Memîş, îfade kir ku pevçûnên li herêmê diqewimin, jiyana xelkê ji hêla neyînî ve tesîr dike û jiyan sekinandîye, bajar jî bûne wek hepsa ser vekirî.
Dûvre Yûnûs Memîş, weha li axavtina xwe zêde kir: “Ev pevçûnên li herêmê diqewimin xelkê herêmê mexdûr û perîşan dikine. Xelkê diltirsyayî dike û mizgeft û mekanên dîrokî ên pîroz tên şewitandin û xisareke mezin dibînin. Çend roj berê şewtandina mizgefta dîrokî ya Fatîh Paşayê qeydî qemerayan bûbû. Di heman rojan de dîsa Hemama Paşa ya dîrokî ya ku di nava mîrasa çandî de cîh digre jî di pevçûnan de hat şewitandin.”
Memîş di berdewama daxuyanîyê de weha pê de çû: “Ev şewtandina camî û mekanên dîrokî bi hincetta operasyonan hatine şewtandin. Ji ber ku di van taxan de xendek kolandine û makîneyên kar têne şewtandin rê girtîbûye û ji bo tefandina şewatê derengî çêbûye. Bikaranîna mekanên pîroz yên dîrokî ku di pevçûnan wek kozikan tên şoxlandin nayê qebûl kirin. Em vê zihnîyetê şermezar dikin. Kesên piştgirîya wan jî dikin em wan jî şermezar û telîn dikin. Ev kesên êrîşî mizgeft û mekanên pîroz yên dîrokî dikin û dişewitînin, divê ji xelkê kurd lêborînê bixwazin.”(ÎLKHA)