• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serwîsa xwendevanan û qamyon li hev qelibîn:11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê serwîsa xwendevanan û qamyona çopê li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 10 jê xwendevan tevde 11 kes birîndar bûn.

Qeza, serê şeveqê di derdora seat 07.00an de li Taxa Petrolê li ber Qeraqola Polês Şehîd Hesen pêk hat.

Serwîsa xwendekaran a bi plaqaya 72 S 0083 a ku ajokarê  wê Menav B. bû li ber Qeraqola Polês Şehîd Hesen ji paş ve li qamyona çopê qelibî.Di qezaya ku pêk hat de 10 xwendekar û ajokarê serwîsê Menav B. birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Di derbarê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir