• DOLAR 32.541
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2454.882
  • ...
Ji ber ku nehişt xendekan bikolin êrîşî kargeha dikandarî kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer di derdora seat 16.00an de li Taxa Kaynartepeyê pêk hat. Komek PKKyîyê ku rûyên xwe nixûmandibûn li sikakê xwestin ku xendekan bikolin û barîkatan deynin.Dikandarê bi navê Y.G. ji bûyerê bertek nîşan da bi PKKyîyên ku dixwastin li ber dikana wî xendekan bikolin re munaqaşa kir. PKKyîyan ji ber vê yekê êrîşî dikana dikandarî kirin.

Y.G.yê ku êrîş li dikana wî hatîye kirin di derbarê êrîşê de wiha axivî: “Dema ku ez li dikana xwe bûm mîn dît ku komek PKKyî hewl didin li ber dikana min xendekan bikolin.Min hewl da ji bona ji wan re bibim asteng.Piştî vê munaqeşê komekî nêzî 100-150 kesî hatin ber dikana min û di naveyna me de rageşî derket. Dezgeha fêkîyan a li ber dikanê belav kirin.Cama dolabê şikandin.”

Piştî bûyera ku pêk hat re nîştecihên taxê di derbarê bûyerê de destnîşan kirin hinek kes piştî Sûrê dixwazin li taxên wan jî xendekan bikolin, lê belê  ew ê vê yekê qebûl nekin.(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir