• DOLAR 34.204
  • EURO 37.923
  • ALTIN 2926.683
  • ...
HUDA PAR: Em wê zihnîyeta ku êrîşî şîarên îslamê dike tel'în dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hêj li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve berdewam dike. Li navçê pevçûnên tund li hinek taxan pêk tên. Îro li taxên ku pevçûnên tund lê pêk tên Camîya Kurşunluyê ya dîrokî şewitî. Dîmenên şewatê ji teref kamereyan ve hatin qeydkirin. Piştî  vê bûyera bi elem Partîya Doza Azad di derbarê bûyerê de daxuyanîyeke çapemenîyê weşand. Di daxuyanîya ku hat weşandin de ji teref HUDA PARê ve zihnîyeta ku êrîşî şîarên îslamê dike hat tel’în û lanetkirin.

 “Cihên me yên îbadetê û mekanên me yên dîrokî wek qadên şer tên bikaranîn ku ev yek nayê qebûlkirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê demildest êrîşên ku li camîyan tên kirin werin terikandin û ji ber van êrîşên ku hatine kirin ji mislimanan lêborîn were xwestin û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Camîya Kurşunluyê û Hamama Paşa wek mewzîyan hatin bikaranîn û di van cihan de bombe hatin bicîkirin û polêsan operasyon birin  ser van mekanan de. Operasyonên ku polêsan li van mekanan kirin wek hincet  hat nîşandan û ev mekan hatin şewitandin.Ji ber ku xendek hatibûn kolan di wextê wê de agir nehat tefandin. Cihên me yên îbadetê û mekanên me yên dîrokî wek qadên şer tên bikaranîn ku ev yek nayê qebûlkirin. Em wan kesên ku vî tiştî kirine û wê zihnîyeta ku destekê dide wan tel’în dikin. Divê demildest êrîşên ku li camîyan tên kirin werin terikandin û ji ber van êrîşên ku hatine kirin ji mislimanan lêborîn were xwestin”

 “Bûyerên ku pêk tên dibe sedem ku xelkê me him ji alîyê madî ve him jî ji alîyê manewî ve mexdûr bibe.”

Di berdewa daxuyanîyê de hat ragihandin ji ber ku PKK pevçûnan kişandiye navenda bajêran xelk mexdûr dibe, zarokên bêguneh tên qetilkirin, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan  dûvre wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Heta îro ji teref sazîyên civatî yên siwîl, partîyên siyasî û rsîpîyan  ve gelek caran banga rawestandina pevçûn û çekan hat kirin. Her wiha dîsa bang hat kirin qet nebe bila pevçûn û şer li navenda bajêran neyên kirin. Di vê mijarê de gelek caran ji teref sazîyên civatî yên siwîl, partîyên siyasî û rsîpîyan ve ji xeynî bangê hişyarî jî hat kirin.Lê mixabin tu kes van hişyarîyan guhdar nekir. Ew daxuyanîyên xwerêvebirîyê yên ku ji teref xelkê ve nayên qebûlkirin û kolanan hendekan dikandarên heremê anî asta îflasê.”

“Pevçûnên di nava bajêran de demildest divê werin rawestandin”

Di derbarê bûyerên ku herî dawî qewimînê de di daxuyanîyê de bang li temamê  heremê hat kirin da ku li hemberî van bûyeran bê eleqe nemînin û wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Divê ew pevçûnên di nava bajêran de demildest werin sekinandin. Lewra ev şer û pevçûn zirarê dide mal û canê xelkê me. Divê ev siyaseta şerkirina li nava bajêran were terikandin, hendek werin girtin û bikaranîna çekan bên rawestandin. Ji bona pirsgirêka kurd divê bi temamên temsîlkarên kurdan re hevdîtin were kirin.Divê pêşîya wê siyaseta ku ji ber pevçûnan hatîye girtin were vekirin. Bi vî awayî divê demildest mexdûrîyeta gele me ji holê were rakirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir