• DOLAR 34.21
  • EURO 37.923
  • ALTIN 2929.423
  • ...
Îttîhadul Ûlema li Wanê medrese vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke tê zanîn ji teref Yekitîya Medrese û Aliman ve li giştê welêt  mederese tên vekirin. Ev medreseyên ku tên vekirin dibin wesîleya xwendina bi sedan xwendevanan. Îttîhadul Ûlema yek ji van medreseyan jî li Wanê vekir.

Serokê Giştî yê Îttîhadul Ûlemayê Mela Enver Kiliçarslan, alimên ku endamên Îttîhadul Ûlemayê ne, rîsipî û gel beşdarê bernameya vekirinê bûn.

Vekirina bernamê bi tîlaweta Qur’ana pîroz ê ku Mela Yusuf Turk xwend  dest pê kir. Di destpêka bernamê de Serokê Îttîhadul Ûlemayê ya Şaxa Wanê Mela Alî Arslan axivî û di derbarê fezîleta kesên ehlê ‘îlmê de axavtin kir. Her wiha Arslan diyar kir ku dê di sala 2016an de îcazet bidin 19 xwedewanên ku dê tehsîlên xwe biqedînin.

Piştî axavtina Mela Alî Arslan, Serokê Giştî ya Îttîhadul Ûlemayê Mela Enver Kiliçarslan di derbarê peywira alimên di nava civatê de axivî . Kiliçarslan bi teybet diyar kir pêwîst e ku alim bi ‘îlmên xwe amil bibin. Bername bi xwendina diayê bidawî bû.(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir