• DOLAR 34.212
  • EURO 37.905
  • ALTIN 2930.981
  • ...
Camîya dîrokî di pevçûnan de şewitî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin di pevçûnên ku li navenda Sûrê derket de mizgefta dîrokî ya Kurşunluyê şewitî. Her wiha li navçê cihên ku lê pevçûn derketin de şûna pevçûnên tund hatin dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Sûra Amedê ya ku ev bû 6 roj qedexeya derketina derve hêj berdewam dike Mizgefta Kurşunluyê ya dîrokî dişewite. Ji bona agirê ku li camîyê derketîye were tefandin gelek ekîbên îtfaîyê çûn cihê şewatê û mudaxeleyî agir kirin.

Kesên ku ji şewatê re bûbûn  şahid fikr û ramanên xwe wiha anîn ziman: “Mixabin camîya me şewitî, Duman ji camîyê bilind dibin. Em nikarin biçin cihê bûyerê. Lê belê li gor taxmînan agireke mezin li camîyê derketîye. Tu kes li camîyên me xwedî dernakevin. Qey ciheke din ji bona pevçûnê tune bû ku  hatin li camîyê şer dikin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir