• DOLAR 34.201
  • EURO 37.92
  • ALTIN 2929.647
  • ...
Balafirên hevpeymanîyê artêşa Sûrî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Derve yê Sûriyê di daxuyaniya ku da  de destnîşan kir di êrîşa ku ji teref balafirên şer ên Amerîka û hevpeymanîya navdewletî ve li Dêrazorê hatîye lidarxistin de 4 eskerê Sûrî mirin û 13 esker jî birîndar bûn.

Ev êrîşa ku hat kirin ji teref hikûmeta Sûrî ve hat şermezarkirin. Rêvebirê Şamê di derbarê êrîşa ku hatîye kirin de noteyeke ku DYAyê  ji Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî re gilîdar dike şand.

Muxalifên Sûriyeyî jî êrîşa ku hatîye kirin piştrast kirin û destnîşan kirin ku bombardimana hewayî ya ku hatîye kirin rast e.

Rayedarên DYAyî êrîşa ku hatîye kirin tekzîb kirin û di derbarê mijarê de destnîşan kirin  wan li dijî artêşa Sûrî tu êrîş li dar nexistine.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir