Di operasyona `Sazîya Paralelê` de 10 kes hatin girtin
Îzmîr wek navend li 16 bajaran bi idîayê `Sazîya Paralelê` operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 10 kes hatin girtin.
Îzmîr wek navend li 16 bajaran bi idîayê ‘Sazîya Paralelê` operasyon hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 10 endamên ewlehîyê hatin girtin û 3 kes jî hatin serbest berdan.
Îzmîr wek navend li Agirî, Antalya, Çewlîg, Eskîşehîr, Stenbol, Kîlîs, Kirklarelî, Kocaelî, Mêrdîn, Mugla, Nîgde, Sêrt, Sîwas, Riha û Wanê bi idîayê ‘Sazîya Paralelê` operasyon hatibû lidarxistin û 18 kes hatin binçavkirin.
Ji wan 18 kesên ku hatin binçavkirin 5 kes serbest hatin berdan û 13 kes jî bi daxwazîya girtinê sewqê mehkemê hatin kirin. Bi biryara mehkemê ; Seydî Alî Duru, Zîyaettîn Kurt, Hanîfî Aydin, Hakan Arik, Mehmet Emîn Çakici, Ozcan Karanfîl, Alî Bekar, Suat Gureycan, Seyît Ahmet Sari û Tayfûr Çelîk hatin girtin. Abdî Dural, Ozgur Yildiz û Yasîn Çaki jî bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. (ÎLKHA)