Esed: Em ji PYDê re çek dişînin
Beşar Esed diyar kir ku kurd ji bo şer piştgirîyê didin wan û her wiha ew jî PYD/YPGê re çek û sîlehan dişînin.
Esedê ku ji rojnameya Sunday Tîmes re axivî destnîşan kir ku ew digel artêşên kurdan ba hevdu li heman heremê li dijî mixalifan herb dikin.
Esed diyar kir ku ew nikarin artêşê bişînin li her derê welêt û ji ber vê yekê ew him ji gelek koman re him jî YPG/PYDê re çekan dişînin .
Esed her wiha di daxuyanîya ku da rojnameyê de diyar kir, bombebarana ku Îngîlîstan li IŞÎDê dibarîne rexne kir û diyar kir ku ev bombebaran wê kêr neyê. Ew stratejîya Îngîlîstanê dê rewşa Sûrî xerabtir bike. Serokê Îngîlîstanê Davîd Cameron diyar kiribû ku bi piştgirîya rojavayê ve 70 hezar mixalif şandiye Sûrî. Ev yek ne rast e.(ÎLKHA)