Barzanî: "Em rê nadin Kurdistan bibe qada hesabên hêzên herêmî û tayifî."
Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî pêşwazîya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Jan Kobîs kir.
Serokatîya Kurdistana Başûr di daxuyanîyeke ku belav kir de destnîşan kir Serokê Kurdistana Başûr Mesud Barzanî pêşwazîya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir û pê re hevdîtinek kri. Di hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û ked û qurbanîdana Pêşmerge li şerî de hebû û eve jî ragihand ku hemû cîhan bi peroşê ve çaverêya azadbûna Şingalê dikir û eve jî bi dest û şiyana Pêşmerge pêkhat.
“Em rê nadin Kurdistan bibe qada safîkirina hesabên hêzên tayifî û herêmî.”
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Kurdistana Başûr ve di derbarê hevdîtinê de hatîye dayîn de hat diyarkirin Mesud Barzanî di hevdîtinê de di derbarê rewşa Kurdistanê de wiha axivîye: “Em rê nadin Kurdistan bibe qada safîkirina hesabên hêzên tayifî û herêmî.Em bi ti awayî di wan nakokiyên tayifî de li dijî ti welatekî jî nabin.”(ÎLKHA)