Li Amedê gelek mihîmat hat bi dest xistin
Li navçeya Farqîna Amedê di erebekê de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de gelek mihîmat û melzemeyên tibî hat bidest xistin.
Li Farqînê li ser bûlwara Farqînê erebek gumanbar hat rawestandin. Li erebê lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 8 mihîmatên roketatarên antîtîtank yê RPG-7ê, 8 motorên sewqê ya roketatarê, 6 narincok, 2 keleş, tivingek niçîrê, 3 hezar û 500 berikên keleşe û gelek melzemeyên tibî hat bidest xistin.
Di derbarê bûyerê de şofêrê erebê hat binçav kirin. (ÎLKHA)