Ji Putîn di derbarê balafira ku hatîye daxistin de îddîayeke nû
Serokomarê Rûsyayê Vlademîr Putîn li Parîsê îddîa kir Tirkîye ji bona rêya nefta DAIŞê muhafeze bike 24ê mijdarê balafira şer a Rûsyayê daxist.
Serokomarê Rûsyayê Vlademîr Putîn ji bona Civîna Îqlimê hat Parîsê û di derbarê balafira ku di 24ê mijdarê ji teref Tirkîyê ve hat daxistin de daxuyanîyeke eceb da.
Putîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Tirkîyê ji bona rêya nefta DAIŞê muhafeze bike balafir daxistîye û wiha pêde çû: “Dema ku me li temamên delîlên di destê xwe de nihert me dît ku Tirkîyê ji bona ku rêya nefta DAIŞê karibe muhafeze bike balafira daxistîye.”(İLKHA)