• DOLAR 32.443
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2448.629
  • ...
Li Siwêrekê di êrîşa çekdarî de polêsek jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Siwêreka Rihayê êrîş li wesayîta polêsan hat kirin. Di encama êrîşê de polêsek mir. Polêsek  jî birîndar bû.

Hat ragihandin wesayîta ku pleqa wê 63 A 84407 e li ser rêya Siwêrek-Rihayê dewrîye digerîya bi çekên lûle dirêj êrîş lê hat kirin. Di encama êrîşê de polêsên bi navê Serdal Toprak û Sînan Şengul bi şiklekî giran birîndar bûn. Ji ber êrîşê ambûlans sewqî ciyê bûyerê kirin. Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê.  Lê digel tim midaxaleyan Serdal Toprak jiyana xwe ji dest da. Sînan Şengul jî sewqî Rihayê kirin.

Piştî bûyerê polês û wesayîtên bi zirx sewqî ciyê bûyerê kirin.

Hat ragihandin ku Serdal Toprak eslê xwe ji Meletîyê ye.Zewicandî û bavê zarokekî ye.

Di derbarê bûyerê de bi şiklekî fireh tehqîqat dest pê kir.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir