• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Nisêbînê 10 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîtîya Mêrdînê di 5emîn roja qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de  daxuyanîyeke nivîskî da.  Di daxuyanîyê de hat ragihandin ji roja ku derketina derve hatîye qedexekirin heta niha  li Nisêbînê 10 PKKyî hatine kuştin. Her wiha 2 hemwelatî jî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku di derbarê mijarê de hatîye weşandin de wiha hat ragihandin: “Di encama fealîyetên ku heta îro hatine kirin de 10 kesên endamê rêxistina terora PKK/KCKê ne hatine bêtesîrkirin. 3 şexsê ku ji endambûna rêxistina terorê dihatin gerîn jî hatin binçavkirin. 13 hemwelatîyên me birîndar bûn û 2 hemwelatîyên me jî jiyana xwe ji dest dan.  12 aded bombe hatin îmhakirin, 38 barîkat hatin rakirin.”

Her wiha di daxuyanîyê de hat ragihandin ew ê operasyon berdewam bikin.(ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir