Dîmenên hendekan ji hewayê hatin girtin
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ya ku ev bû 5 roj hê jî derketina qedexeya derve berdewam dike dîmenên hendekên ku ji teref PKKyîyan ve hatibûn kolan ji hewayê hatin girtin.
Li Nisêbîna Mêrdînê ji bona hendekên ku ji teref PKKyîyan ve hatibûn vekirin werin girtin berî vê 5 rojan derketina derve hatibû qedexekirin. Li navçê hendek yek bi yek tên girtin.
Li navçê nêzî 250î hendek û barîkat hatin tesbîtkirin. Her wiha hat diyarkirin li nêzî 250 hendekî ji teref PKKyîyan ve bombe hatîye bicîkirin.
Bombeyên ku li hendekan hatine bicîkirin yek bi yek tên teqandin. Her wiha dîmenên hendekên ku ji teref PKKyîyan ve hatine vekirin ji hewayê jî hatin girtin.(ÎLKHA)