• DOLAR 32.588
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2464.412
  • ...
Ev bû 5 roj ku qedexeya derketina derve li Nisêbînê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya derketina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê ev bû 5 roj hê jî berdewam dike, li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navçê geh geh dengên silehan tê. Hat ragihandin kesên PKKyî li Taxa Abdulkadîrpaşayê li ber têketina Camîya Seyîtlerê mayîn û teqemenî bi cî kirine.

Piştî qedexeya derketina derve ya ku 13ê Mijdarê di seat 21.00an de hatibû daxuyandin re ji bona ku hendek werin girtin û barîkat werin rakirin ji teref polês û cendirmeyan ve li navçê operasyon hatin destpêkirin.

Hat ragihandin di operyonan de heta niha 20 hendek hatin girtin, her wiha di bûyeran de pîrekek jiyana xwe ji dest da û 2 jê zarok, yek polês tevde 10 kes birîndar bûn.

Li têketina Camîyê bombe bi cî kirin

PKKyîyan li Taxên Firat û Abdulkadîrpaşayê têketin hindirê camîyan. PKKyîyên ku têketin hindirên camîyan ji hoporlerên camîyê marş û sirûdên PKKê lê xistin. Her wiha hat ragihandin kesên PKKyî li têketina Camîya Seyîtlerê teqemenî bi cî kirine.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir