Li Hezexê 2 PKKyî hatin kuştin
Hat ragihandin li Hezexa navçeya Şirnexê di navbera polês û PKKyîyan de şer derket.Di encama pevçûna ku derket de 2 PKKyî hatin kuştin.
Kesên PKKyî li navçeya Hezexa Şirnexê êrîşa roketavêjî li polêsan kirin. Piştî êrîşa roketavêjî di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 2 PKKyî hatin kuştin.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh di derdora seat 15.30an de kesên PKKyî êrîşa roketavêjî birin li ser wesayîta bi zirx a polêsan. Di êrîşê de berika roketê îsabetî dîwarê camîyê kir. Di bûyerê de tu kes ne birîndar bû ne jî mir.Piştî êrîşa ku hat kirin di navbera polês û PKKyîyan de li sikaka Çevrîma Cadeya Alanyayê pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de 2 PKKyî hatin kuştin.(ÎLKHA)