Serpelê ku di pevçûnan de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Di pevçûna ku li Farqîna navçeya Diyarbekirê derket de serpelê ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Serpelê ku di pevçûnan de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di wextên şeveqê de di navbera esker û PKKyîyan de pevçûn derket.Di pevçûnên ku derketin de 2 esker birîndar bûn. Ji eskerên ku birîndar bûbû yê bi navê Serpel Altug Tek(24) sewqî Diyarbekirê kirin. Li nexweşxanê her çi qas mudaxele hatibe kirin jî Serpel Tek jiyana xwe ji dest da.
Her wiha di pevçûnan de zarokek jî birîndar bû. Zarokê ku navê wî hê jî ne diyar e li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê tê tedawîkirin û rewşa wî niha baş e.(ÎLKHA)