Li Farqînê pevçûn: Zarok û eskerek birîndar bûn.
Di pevçûnên ku li Farqîna Amedê derket de zarok û eskerek birîndar bûn.
Li navçeya Farqîna Amedê pevçûn hê jî didomin. Di pevçûnên ku hê jî didomin de zarokek û eskerek birîndar bûn.
Pevçûnên ku li Taxên Tekel, Mecîd û Konakê berdewam dikin kete roja 9emîn.Di pevçûnên ku derket de eskerê bi navê Ertan Karavellî û zarokê ku navê wî hê jî nediyar e birîndar bûn.
Karavellîyê ku di pevçûnan de birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û pişt re wî sewqî Diyarbekirê kirin. Her wiha hat hînbûn zarokê ku di pevçûnan de birîndar bûbû rewşa wî baş e.(ÎLKHA)