• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Ji ber  ku we ray neda HDPê  em ê we ji nexşeyê paqij bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştecîyên Taxa Talaytepeya girêdayê navçeya Kayapinarê idîa kirin ku di bergeha projeya Kent Ormanê de  Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê hewl dide ku erdê wan bide avadanê û dûvre dest deyne ser erdan da ku ji wan bistîne.

Ji nîşteciyên gund Mahmut Bakir diyar kir ku gundê wan ji 150 malan pêk tê û malên wan mehkemeyiye. Gundiyan mehkemê qezenc kirine lê şaredarî dixwaze dest dayne ser erdê wan.

“Dixwazin ku malên xelkê bi zorê bistînin”

Bakir diyar kir ku şaredarî  ji wan re gotiye ‘Em ê bi zorê gund xera bikin’ dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Mêze bikin me ji nû ve zevîyên xwe reşandîye. Genimên me di wexta hêşîn bûnê de ne . Şaredarî polêsan civandiye, kefçe û qirêderan anîye vê derê. Dixwazin ku malên xelkê bi zorê bistînin. Gelo ev yek edalet e? Xweda vê yekê qebûl dike? Ev bû  300 sal ku  li vir dijîn. Xweda qebûl dike ku em erdên xwe bidin şaredarîyê? Ji me re dibêjin ‘ Em ê vî gundî ji we bistînin. Ev gund gundê Ermenîyan e.’ Lê em çendîn sale ku li vir dijîn.”

“ Ji  me re dibêjin ‘ Ji ber ku we ray nedaye HDPê em ê we ji neqşê paqij bikin”

 Ji niştecîyên gund Mehmet Emîn Gun diyar kir ku kal û bavê wan van erdan bi keda destê xwe qezenc kirine û wiha pê de çû “ Ji ber ku me ray neda HDPê ji me re dibêjin ‘  Em ê Taxa Talaytepê ji nexşê paqij bikin.’ Vê yekê Şaredarîya Mezin a Amedê û Şaredarîya Kayapinarê ango HDP dibêje. Em jî dibêjin ku em kurd in. Hun qasê me kurditîyê naparêzin. Di gundê me de ji HDPê re qet ray derneket. Ji ber ku ray derneket ji me re dibêjin ‘ Ji ber ku we ray nedaye HDPê em ê we ji vir paqij bikin”

“Heke dewlet piştgirî nade me bila bihêle em mafên xwe biparêzin”

Gun, bang li rêvebiran kir û wiha axivî: “ Daxwaza me ew e ku em dibêjin werin em li hev werin. Qet nebe tevlî malên me nebin. Malên me yên mehkemeyî ne ji me distînin û qet jî ji me napirsin. Ez vê yekê bi taybet ji Serekomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu re dibêjim. Hûn li ku ne? 13 sa le ku em ray didin we. Hûn bi saya me  bûn îqtîdar. Li vê herême em ray didin we. Hûn çima nayên piştgirîyê nadin me? Hûn polêsên xwe  ji me re dixin asteng. Hûn nahêlin ku em mafên xwe biparêzin.”

Gun, gotina şaredarîyê ya ‘ Em ê Taxa Talaytepê ji nexşê pak bikin.’  bibîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Madem wiha ye çima Erdogan nayê piştgirî nade me? Hûn dewlet in. Her tişt di destê we de ye. Ji me re bi kurtahî dibêjin  ‘ Hûn alîgirê dewletê ne. Hûn dîndar in. Em ê we ji vî gundî paqij bikin. Hûn diçin ku herin.’ Dewlet çima xwedî li me dernakeve? Di vî gundê ku 150 mal lê heye gelek kes dijîn. Baş e em dizanin ku HDP dijminê me ye. Dewlet ji me çi dixwaze? Çima dewlet li me xwedî dernakeve?  Heke dewlet piştgirî nade me bila bihêle em mafên xwe biparêzin.

 “Kal û bavên me tapoyên vî gundî di sala 1945an de sitandine”

Bakir diyar kir ku ev gund ji teref kal û bavên wan ve  di sala 1942yan de hatiye standin û dûvre wiha axivî: “ Di heman demê de peymana firotinê jî heye. Xwedîyê gund yê kevnar di salên 1960an de di derbarê ku qismekî gund nefirotîye de doz vekiribû. Ev der 11 parsêl e. Nêzî 7 hezar û 500 donim e. Biryara mehkemê şandin dadgeha bilind. Dadgeha bilind got xwediyê vî erdî heye. Ev erd bi tapo ye. Şaredarî li vir bi weqfê re bû yek û 2 hezar û 10 donim erdê me standin. Doza erdê din li dadgehê ye. Digel ku mehkeme didome û  tên  erdên me îşxal dikin. Piştî biryara mehkemê erdê kî distîne bila bistînin; lê hêj ku biryar nehatîye dayîn erdên me digirin.”

“Bila memûrên qedastroyê bişînin û di cî de tespît bikin”

Bakir wiha dawî li axavtina xwe anî:“ Di binê vê  yekê de ranteke mezin heye. Van  deran  ji me distînin da ku ser navê herêma daristanê pere ji welatên derve bistînin. Em bang li rêvebirên xwe  û li dewletê dikin bila dest bavêjin vê yekê. Bila lêkolîner, memûrên qedestroyê bişînin da ku di cî de tespît bikin.”

Ji alîyê din ve hat dîtin ku di derdorê komên ku bi makîneyên kar hatibûn gund de  polês civîyabûn.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir