• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Li Edenê ji festîvala araqê re wê destûr neyê danîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîhrîcana Araqê ya Cîhanê ya ku her sal di 12-13ê kanûnê de li Edenê tê kirin îsal wê neyê kirin. Sazîyên Civakî yên Sîvîl  û xelkê Edenê berî niha ji mîhrîcana araqê re bertekeke tund nîşan dabûn. Ji ber vê yekê Walîyê Edenê Mustafa Buyuk di derbarê mijarê de ji TVyeke taybet re axivî û  destnîşan kir ku navê wê  çi be bila bibe ferq nake ji wê mîhrîcana araqê ya ku li Edenê dixwaze bê kirin re wê destûr neyê dayîn.

Walî Buyuk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku reklama araqê çawa ku qedexe be  bi heman awayî ew organîzasyonên araqê yên ku xelkê teşwîqî vexwarina araqê dikin jî derqanûnî ne.

Her weke ku tê zanîn li mekanên dîrokî yên Edenê her sal di 12-13a meha kanûnê de mîhrîcana araqê dihat kirin . Ji ber kirina mîhrîcana araqê him  dikandarên derdorê him jî hemwelatî gelekî aciz bûbûn û bertekên xwe bi şiklekî tund nîşan dabûn. Her wiha di derbarê mijarê de Sazîyên Civakî yên Sîvîl jî  daxuyanî dabûn û ji rayedaran re bang kiribûn da ku destûrê nedin mîhrîcana araqê .(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir