Li Cizîrê pevçûn: 4 PKKyî hatin kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn
Li Cizîra navçeya Şirnexê di pevçûnên ku di wextên şeveqê destpêkirin de 4 PKKyî hatin kuştin û 2 kesên sivîl jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin di wextên şeveqê de li Taxa Yafesa Cizîrê pevçûn derket û her seata ku borî pevçûn dijwartir bûn. Di encama pevçûnên ku derketin de 4 PKKyî hatin kuştin. Her wiha di pevçûnên ku li Taxa Dagkapiyê derketin de jî 2 kesên sivîl ên bi navê Rafet Aşut(2) û M.Emîn Butanri(42) jî birîndar bûn.
Kesên sivîl ên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(İLKHA)