PKK li Cizîrê êrîşî nexweşxanê kir
Li Cizîra navçeya Şirnexê PKKyîyan bi roketavêjan êrîşî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin.
Ji teref kesên PKKyî ve îro di derdora seat 08.00an de êrîşa roketavêjî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin .
Di dema êrîşê de ji ber ku tu kesê nexweş li nexweşxanê tune bû tu kes ne birîndar bû ne jî mir. Lê belê di beşa dîyalîzê ya nexweşxanê de xisarekî mezin pêk hat.
Hat ragihandin kesên PKKyî yên êrîşkar piştî êrîşê ji cihê bûyerê revîyan. Piştî êrîşa ku hat lidarxistin li heremê operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)