Li Nisêbînê teqîn: 6 birîndar
Hat diyarkirin li Nisêbînê teqîn pêk hat, ji ber teqîna ku pêk hatîye 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li ser Cadeya Sakaryaya Taxa Yenîturana Nisêbînê di marketekî de ji ber sedemeke nediyar teqîn pêk hat. Ji ber teqînê ku pêk hat di markêtê de agir derket.
Agirê ku derket bi teqîna jeneratora dikanê li derdorê belav bû. Ji ber teqîna ku di derdora seat 21.00an de pêk hat hinek hemwelatîyên di awahîya 5 qetî de birîndar bûn.
6 kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Her wiha ji ber teqîna ku pêk hat gelek dikan û malên derdorê jî zirar dîtin. Ji ber ku îtfaye nikaribû ji heqê agir derkeve ji Midûrtîya Ewlekarîyê ya Nisêbînê 4 TOMA ji bo agir bitefînin hatin cihê bûyerê. (ÎLKHA)