Teqemenîyên ku ji teref PKKê ve hatibûn bicihkirin hatin îmhakirin
Teqemenîyên ku ji teref PKKê ve li ser rêya Bidlîs û Baykanê hatibûn bicihkirin hatin îmhakirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 3 teqemenîyên ku PKK xistibû rêya Bedlîs-Baykanê ji teref yekînîyên cendermê yên ku li heremê lêkolînê dikirin ve hatin tespîtkirin.
3 teqemenîyên ku ji teref PKKê ve di derên ji hev cuda de hatibûn bicîkirin, pîştî ku ewlehiyên derodore hatin standin ji teref yekîniyên cendermê ve hatin îmhakirin.
Pîştî îmhakirina teqemenîyan, rêya ku ji bo trafîqe hatibû girtin dîsa hat vekirin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.(ÎLKHA)