Kurdistana Başûr wê nefta xwe bêasteng karibe bifiroşe
Wezareta Çavkanîyên Xwezayî yên Kurdistana Başûr destnîşan kir doza ku li Mehkemeya Wîlayeta Teksasê hatibû vekirin hatîye betalkirin, ji ber vê yekê Kurdistana Başûr wê karibe nefta xwe bêasteng bifiroşe.
Doza ku li Mehkemeya Wîlayeta Teksasê ji teref Wezareta Neftê ya Iraqê ve di aleyha Kurdistana Başûr de hatikbû vekirin hat betalkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Wezareta Çavkanîyên Xwezayî yên Kurdistana Başûr di derheqê mijarê de destnîşan kir ku êdî ji bona wan tu asteng li ber firotina neftê nemaye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mehkemeya Wîlayeta Teksasa ABDê, wê doza ku li me hatibû vekirin betal kir. Ji ber vê qerara ku hatîye dayîn em wek Hikûmeta Kurdistanê gelekî kêfxweş in û em dixwazin vê kêfxweşîya xwe bînin ziman.”(ÎLKHA)