• DOLAR 32.704
  • EURO 35.296
  • ALTIN 2442.269
  • ...
Ji şaredarîya DBPê re bertekek jî ji Aksarayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

AKSA-DERa ku karubarên xwe li Aksarayê bi rê ve dibe ji bona ji  karîkaturên ku ji teref DBPê ve li bîlbordan ve  hatibûn daliqandin bertek nîşan bide piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin daxuyaniyek çapemenîyê da.

Berîya daxuyaniyê  Serokê AKSA-DERê Mustafa Bîlgîç di derbarê jiyana HZ. Muhemmed de  axavtineke kurt kir û wiha dest nîşan kir: “Hz. Muhemmed tevahîya jiyana xwe ji bo ummetê serf kir. Hewl û xebata wî hertim ji bo ummetê bû. Ji bo ku ummet nekeve rewşa îro, zehmetîyên zêde kişandîyê û embergo lê hatîye kirin. Hevalên xwe di vê oxirê de winda kir û tenê ma,  tu wext dev ji doza xwe berneda. Hertim gotiye ‘ummeta min, ummeta min.’ Di her rewşê de ummetê berîya her tiştî girtîye. Em jî dest nîşan dikin ku ji ber vê muhebbet û hezkirina wî, em jî  dayîk û babên xwe  û canên xwe di rêya wî de fida dikin. Pêxember ji bo me ji her tiştî girîngtir e.”

Hat ragihandin di dema axavtina Bîlgîç de bênavber tekbîr dihatin avêtin.

Ew ê bicehimin û ji vir biçin

Bîlgîç diyar kir ku ew kesên ku li îslamê  herb vedikin wê tu wext bi ser nekevin û axavtina xwe wiha domand: “ Em wan kesên ku li Pêxember (rlx) heqaretê dikin lenet dikin. Bila nebêjin em dê ji vê heqaretê re bê deng  bimînin. Çawa ku dema Mekke hat fethkirin û tu ciyê ku dijmin xwe lê veşerin nemabebi heman awayî wê roj were ew jî ji vir herin. Ev yek di temamê dîrokê de  wiha ye.”

Daxuyanîya AKSA-DERê ji teref Hamdullah Er ve hat xwendin.

Er wiha axivî: “ Çawa ku tê bi bîranîn di sala 2006an de li Danîmarkayê ji teref rojnameyekî ve heqaret li Pêxemberê me hatibû  kirin. Ji ber vê yekê mislimanan bertekek tûnd nîşan dabûn. Îro heman heqaret, ji terefr Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyîyan ve tê kirin. Çawa ku em dizanin îro kesên ku karîkatura bi heqaret li bîllbordan ve daliqandine; heman kesên xwînxwar, xayîn û dijminên mislimanan bûn ku  bûyerên  6-7ê cotmehê qewimandin.”

Er di dawîya axavtina xwe de bang li sazîyên civakî yên sivîl kir û wiha axavtina xwe lê zêde kir: “ Em ji vir wek AKSA-DERê bang hemû sazîyên civakî yên sivîl dikin. Bêdeng nemînin. Nesekinin. Di hemberê dijminan de dengê xwe bilind bikin. Bertekan nîşan bidin. Lewra mijar Îslam e, pêxember e û baweriya pîroz ya ummetê ye.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir