5 PKKyî hatin girtin
Di wan rojên borîn de li navçeya Artukluya girêdaye navenda Mêrdîne li dijî PKKê opersyon hatibûn kirin. Di opersyonên ku hatibûn kirin de tevde 32 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 32 kesan 5 kes ji teref dadgehê ve hatin girtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ji 32 kesên ku di opersasyonan de hatibûn binçavkirin 21 kes sewqi dadgehê kirin; 11 kes jî piştî standina îfadeyê ji mûdûrtîya ewlehîye hatin serbestberdan.
Ji 21 kesên ku sewqî mehkemê hatibûn kirin 5 kes bi sûca ‘Endamtîya rêxistina çekdarî’ hatin tewqîfkirin û tevde 16 kes jî hatin serbestberdan. 7 kesên ku hatin girtin wan birin Girtîgeha Girtî ya Tîpê E ya Mêrdînê.
Ekîbên polêsan ên ku girêdaye Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajêrê Mêrdînê ne di 28 û 29ê cotmehê de operasyon kiribûn û di operasyonan de 32 kes bi îddîaya ‘Sabote kirina hilbijartinê, endambûna rêxistina terorê û kirina çalakîyên xeyrî qanûnî’ hatibûn binçavkirin.(ÎLKHA)