• DOLAR 32.69
  • EURO 35.41
  • ALTIN 2485.175
  • ...
 "Dema ku Aytaç û Yasîn  Kerbelayê jîyan, em li kû bûn?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya Bursayê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya ‘Kerbela û Aşûra ‘ hat lidarxistin. Arîkarê Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Seîd Şahîn jî beşdarî bernamê bû û axavtinek kir. Şahîn di axavtina xwe de destnîşan kir ‘ Dema ku Yasîn û Aytaçan Kerbelayê jîyan,  em li kû bûn?”

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi sînevîzyoke ku di derheqê Kerbelayê de bû berdewam kir. Her wiha hat dîtin xelk eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da.

Piştî ji  teref Koma Îqra ve xwendina îlahîyan, Seîd Şahîn dest bi axavtinê kir. Şahîn di destpêka axavtina xwe de diyar kir  ‘Dema ku hûn di heyama Kerbelayê de jiyabana hûn ê li kîjan alîyê bana an jî heger bûyera Kerbelayê cardin îro pêk were em ê li kîjan rexî bin.’ û axavtina xwe wiha domand: “Birayên min ên bi qedr û qiymet! Li ser Kerbelayê rijandina hêstirên çavan û lobandin muhîm e.Lê bes  ev netenê meseleya girîna li ser Kerbelayê ye. Xelkê Kufeyê yê ku Hz. Huseyîn kuşt jî li Kerbelayê ji bo Hz. Huseyîn hêstir barandin.Him kuştin  him jî girîyan. Bizanabûn kuştin. Birayên min ên ezîz! Ji ber vê  yekê ji we pirsdikim, nebêjin ‘Elbet em misliman in û em ê bûbana terefdarê Hz. Huseyîn.’ Ev bi  vî awayî nehesan e.Îro cardin Kerbela pêk tê, ka em li kîjan rexî ne? Îro dema ku Aytaç,  Yasîn  li Başûrê Rojhilat tên kuştin em li kîjan rexî ne. Dema ku li Arakan, Iraq û li Sûrî Kerbela pêk tên em li kû derê ne û em ji rexê kî ne?”

Piştî axavtina Seîd Şahîn qîzikeke biçûk a bi navê Humeyra Turan helbesta Kerbelayê xwend. Bername bi kirina du’ayê bi dawî bû.(ÎLKHA)

 

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir