Balafira Rusyayê tevlî 224 rêwiyê xwe li Misirê ket
Balafira Rusyayê ya ku ji Misrê bi tevî 224 rêwîyên xwe rabû, wextê ku gihaşte li ser Nîvgirava Sînayê jê îrtîbat qut bû. Ji murettebat û 224 rêwîyên teyarê xeber nayê standin.
Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên Misrê hatine bidestxistin teyaraya Rûsyayê ya ku ji Misrê diçû Balafirgeha St. Petersburgê, dema ku gihaşte li ser Nîvgirava Sînayê ketîye û hat diyarkirin ku ji murettebat û ji 224 rêwîyên balafirê xeber nehatîye standin.
Di derbarê mijarê de ji teref Daîreya Hewavanî ya Misirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Em difikirin ku balafirê Rûsyayê ketîye.”(ÎLKHA)